Serokê Amerîkayê Doland Trump ragihand ku şandeyek Amerîkayê ji bo jinûve danûstandinên têkildarî bidawîkirina şerê bi Îranê re sibe berê xwe dide Pakistanê. Trump careke din dubare kir ku ger lihevkirineke çênebe wê binesaziya Îranê birûxîne.
Trump di postekê de li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand: "Nûnerên min ber bi Îslamabadê, Pakistanê ve diçin û dê sibê êvarê ji bo danûstandinan li wir bin," û anî ziman ku ew ji Tehranê re "peymanek maqûl" pêşkêş dike.
Trump Îran bi binpêkirina agirbestê li Tengava Hurmuzê tawanbar kir û hişyarî da ku "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê tevahî tesîsên hilberîna enerjî û pirên Îranê birûxîne" ger lihevkirinek ji bo bidawîkirina şerê çênebe.